Reqa-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro encamên destpêkê yên hilbijartinan ji bo herêma Tebqayê li parêzgeha Reqayê ragihandin, piştî ku endamên desteya hilbijêr li Navenda Çandî ya Tebqayê dengên xwe ji bo hilbijartina endamên encumenê dan.
Piştî bidawîbûna dengdanê û jimartina dengan, Komîteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku li gorî encamên destpêkê Ebdullah Mecîd El-Hac Ebd bi ser ketîye. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku derîyê îtirazan li ser encamên proseya hilbijartinê ji bo rojekê vekirî dimîne.