Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serokê Desteya Siweydayê: 23 endamên ewlehî û artêşê ji bo darizandina eşkere hatin girtin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Siwêda > Serokê Desteya Siweydayê: 23 endamên ewlehî û artêşê ji bo darizandina eşkere hatin girtin

Serokê Desteya Siweydayê: 23 endamên ewlehî û artêşê ji bo darizandina eşkere hatin girtin

Hat weşandin: 2026/03/17 10:40 PM
Hat nûkirin: 2026/03/17 10:41 PM
  • Em spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Wezîrê Dadê dikin ji bo wan hewlên ku di piştgirîkirina karê komîteyê de dane, û ji bo hêsankirina wan zehmetîyên ku li pêşîya karê wê bûn. Vê piştgirîyê alîkarî da ku komîte erkê xwe bi serbixweyî û şefafî bi dawî bike û rapora xwe ya dawî derxe; rapor her weha li ser şopandina rastîyan, komkirina agahî û delîlên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di dema bûyerên Siweydayê de hatine îdiakirin, xebitî da ku rastî derkevin holê û nirxandineke bêalî ji bo bûyerên girêdayî nakokîyê were pêşkêşkirin.
  • Em spasî û pêzanînên xwe ji bo hemû qurbanî, şahid, kes, wezaret û sazîyên hikûmetê yên ku di dema karê komîteyê de agahî dane yan hevkarî kirine pêşkêş dikin. Em tekez dikin ku belgekirina van bûyeran gaveke pêwîst e di rêça berfireh a ber bi dadperwerî, wekhevî û avakirina aştîyeke domdar de.
  • Em giranîyê didin cîbicîkirina wan hûrgilî û pêşnîyarên ku di raporê de hatine, da ku dadperwerî ji bo qurbanîyan pêk were û yên binpêkirin kirine werin cezakirin; ev yek ji bo xurtkirina prensîba “rizgarnebûna ji cezayê” ye û ji bo garantîkirina venegara van binpêkirinan di pêşerojê de ye.
  • Hejmara qurbanîyan ji hemû alîyan gihîşt 1760 kesî, her weha hejmara birîndaran gihîşt 2188 kesî.
  • Derbarê dosyeya kesên windabûyî de, komîte ji ber nebûna agahîyên têrker ji hemû alîyan û ji ber ku komîte nekarî bikeve hundirê bajarê Siweydayê, nekarî hejmara dawî ya Kesên windabûyî destnîşan bike; lê belê komîteyê windabûna 60 kesan ji eşîrên Siweydayê û 30 kesan ji Wezareta Parastinê belge kiriye.
  • Me nêrîna giştî ya kesên ku me bi wan re hevdîtin kirine belge kir, wekî ku civaka Dirzî pêkhateyeke resen a gelê Sûrîyê ye û wekî alîyekî ku piştgirî û beşdarî Şoreşa Sûrîyê kiriye. Lê belê, şopên nakokîyên berê yên di navbera Bedew û Dirzîyan de li parêzgeha Siweydayê hê jî jî berdewam in. Sedema vê yekê vedigere bo polîtîka û tevgerên rejîma Esed ku di nava salên borî de kar li ser geşkirina wan nakokîyan kiriye; di nav de hêsankirina derbasbûna endamên DAIŞê bo Siweydayê û pêkanîna tawanên wan li dijî xelkê Dirzî. 
  • Di navbera 11 û 20ê Tîrmeha 2025an de, pêlên tundûtûjîyê di navbera kurên herêmê (Bedew û Dirzî) de zêde bûn; ev tundûtûjî destdanîna ser milk û malan, revandina kesan û revandina li hember revandinê, û her weha êrîş û binpêkirinên ku hemû alîyan (Bedew û Dirzî) tê de cih girtine, li xwe digire.
  • Van nakokîyan pêdivî bi destwerdaneke hikûmetî dît da ku şer were rawestandin û ewlehî were peydakirin, lê belê hêzên hikûmetê rûbirûyî pevçûnên çekdarî û gelek kemînan bûn. Her weha, bombebarana balafirên Îsraîlê li ser hêzên hikûmetê yên li herêmê û li ser serfermandarîya li Şamê, bû sedema zêdebûna alozîyê, bêserûberîyê û kiryarên tolhildanê.
  • Li ser bingeha şahidîya kesên ku me guhdarîya wan kir, materyalên dîjîtal, belgeyên ku me lêkolîn kirin û pişkinînên meydanî yên ku me encam dan, em gihîştin wê encamê ku: Bûyerên parêzgeha Siweydayê di Tîrmeha 2025an de bûne sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan. Di nav van de; kuştina gelek kesan, kuştina bi zanebûn, talankirina bi çek a milk û malan, xerabkirin û şewitandina mal û dikanan, îşkence û dijûnên bi navên taîfî, û geşkirina nakokîyên taîfî hene. Ev kiryar di Qanûna Cezayan a Sûrîyê ya Giştî (hejmar 148, sala 1949), Qanûna Cezayan a Leşkerî (hejmar 61, sala 1950) ji ber binpêkirina fermanên leşkerî, û Qanûna Tawankirina Îşkenceyê (hejmar 16, sala 2022) wekî tawan hatine pênasekirin.
  • Me proseyên pevguherandina kesên revandî di navbera hemû alîyan de şopand; di encamê de 119 kesên ji civaka Dirzî û 25 kesên Bedew, eşîr û hêzên hikûmetê hatin radestkirin. Lê belê hîn jî hejmareke din a windabûyîyan heye ku komîteyê nekarî çarenûsa wan an cihên girtina wan piştrast bike, di nav wan de Hemze El-Emarîn ku karmendê Parastina Sivîl a Sûrîyê ye.
  • Me koçberbûna (27,404) kesên Bedew ji Siweydayê, û (34,845) kesên Dirzî û Fileh belge kir. Ev koçberî encama pevçûnan û di hinek rewşan de jî derxistina bi zanebûn bû. Cihên koçberîyê bi vî awayî hatin dabeşkirin: 16 navendên hewandinê li Derayê, 23 navend li Seyîde Zeyneb a gundewarê Şamê, navendek li Zakîyeyê, yek li Cermanayê û hinek jî li gundên Cebel El-Şêx.
  • Em gihîştin lîsteyeke gumanbaran ji endamên wezaretên Parastinê û Navxweyî, ji komên çekdar ên Dirzî û ji sivîlan (di nav de Bedew û eşîr jî hene); ev kesên ku li cem komîteyê sedemên maqûl hene ku guman bike ku destê wan di tawan û binpêkirinên giran de heye.
  • Me nekarî nasnameya gelek kesên ku wêne û vîdyoyên wan di torên civakî de hatine belavkirin (hinek ji wan rûpêçandî ne) destnîşan bikin. Ji ber vê yekê, me biryar da ku em van dîmen û wêneyan bişînin ji Dozgerê Giştî yê Komarê re da ku karên qanûnî yên pêwîst werin kirin û çarçoveya lêkolînê were berfirehkirin.
  • Em encamên karê xwe ligel hemû dosye û delîlên ku me kom kirine, pêşkêşî Dozgerê Giştî yê Komarê dikin. Em dîyar dikin ku şêwazê binpêkirinên belgekirî û dubarebûna hinek şêwazên wan di dem û cihên cuda de, daxwaz dike ku lêkolînên dadwerî yên niştimanî berdewam bikin da ku berpirsyarîya van kiryaran were zelalkirin.
  • Tevî ku fermanên tund ji wezaretên Parastinê û Navxweyî ji bo parastina sivîl û milkên wan hebûn, komîteyê dît ku belavbûna çekan û hebûna komên çekdar ên cuda (yên ku li derveyî kontrola dewletê ne) bûye sedema zêdebûna binpêkirinan li dijî sivîlan û astengkirina hewlên bo aramîyê.
  • Delîlên ku komîteyê kom kirine nîşan didin ku kesên ser bi alîyên cuda ve di encamdana binpêkirinan de beşdar bûne; di nav wan de endamên komên çekdar ên nenasîyar (nefermî), endamên rêxistina DAIŞê ya terorîst, û kesên ku bi serê xwe yan di nav komên herêmî de tev digerîyan. Her wiha delîl hene ku beşdarbûna hinek endamên hêzên hikûmetê yên ewlehî û leşkerî îspat dikin. Agahîyên derbarê gumanbaran de ji bo alîyên dadwerî yên peywendîdar hatin şandin da ku li gorî rênimayên qanûnî werin darizandin.
  • Hêzên artêşê û Ewlehîya Giştî hewl dan rê li ber hêzên eşîran bigirin ku negihîjin Siweydayê, lê ji ber zêdebûna hejmara wan nekarîn bi ser bikevin. Her wiha, hinek endamên hêzên ewlehîyê piştî dîtina binpêkirinan, li hember wan sist bûn. Komîteyê gelek şahidî belge kirine ku tekez dikin ewlehîya giştî rê li eşîran girtiye ku derbasî Siweydayê nebin û piştî gihîştina Şamê ew neçar kirine ku vegerin.
  • Desthilatan ji bo lêkolînkirina binpêkirinan hinek gavên destpêkê avêtine; di nav de avakirina vê komîteyê û girtina hejmarek gumanbaran û spartina wan bo dadgehê. Berdewamîya van karan bi rengekî şefaf û serbixwe, gaveke bingehîn e ji bo xurtkirina berpirsyarîyê û nehiştina rizgarbûna ji cezayê.
  • Herî kêm 36 gund li gundewarê Siweydayê rûbirûyî şewitandin û xerabkirinê bûn. Cihên olî ji alîyê komên çekdar ên gundên cîran û hinek komên ji derveyî parêzgehê ve bi armanca dizî, talan û tolhildanê hatin hedefgirtin. Ev yekê bû sedema koçberbûna hejmareke mezin a xelkê civaka Dirzî.
  • Me êrîşên tolhildanê belge kirin ku tora niştecihbûna Bedewan li navenda bajarê Siweydayê û derdora wê dikirin armanc. Ev êrîş bi rêya şewitandin, rûxandin û talankirinê ji alîyê komên çekdar ên Drizî ve hatin kirin, ku di encamê de piranîya malbatên Bedew rûbirûyî koçberî û tehcîra bi darê zorê bûn.
  • Em pêşnîyar dikin ku hemû kesên sivîl yan hikûmî yên ku agahî li ser wan hene ku tawan kirine, ji dadgehên peywendîdar re werin şandin; her weha divê dadgehkirineke adil û şefaf li gorî pîwerên navdewletî ji bo wan were misogerkirin.
  • Em pêşnîyar dikin ku şîyana dezgehên dadwerî yên peywendîdar were xurtkirin da ku lêkolînê di tawanên giran de bikin, bi taybetî tawanên li dijî sivîlan û binpêkirinên giran ên mafên mirovan.
  • Pêdivî ye ku di cîbicîkirina bernameyên hikûmetê yên ji bo reformên qanûnî û sazûmanî de lez were kirin, da ku serxwebûna dadwerîyê were xurtkirin û şîyana wê ya rûbirûbûna tawanên giran û cezakirina tawanbaran zêde bibe.
  • Divê cihên gorên komî yên muhtemel werin destnîşankirin û parastin, û lêkolînên tawanî yên pêwîst li gorî pîwerên navdewletî werin kirin. Her weha parastina delîlên maddî û dîjîtal ên têkildarî binpêkirinan girîng e da ku di pêvajoyên dadwerî yên pêşerojê de werin bikaranîn.
  • Çareserkirina sedemên kûr ên tundûtûjîyê li parêzgeha Siweydayê û bi giştî li Sûrîyê, pêdivî bi nêzîkatîyeke giştî heye ku di navbera berpirsyarîya qanûnî, reforma sazîyên ewlehî û dadwerî, xurtkirina dîyalog û lihevkirina civakî de be. Her weha divê rûbirûyî kêşeyên aborî û civakî bibin yên ku dibin sedema geşkirina nakokîyan.
  • Divê tevdîrên lezgîn werin girtin ji bo parastina sivîlan li Siweydayê, di nav de belavkirina hêzên ewlehîyê yên fermî û pîşedar, û girtina gavên bi bandor ji bo rêgirtina li kiryarên tolhildanê û tundûtûjîya di navbera pêkhateyên herêmî de.
  • Divê planeke niştimanî ya giştî were danîn ji bo komkirina çekên bêmolet û kontrolkirina çekan di destê dewletê de; her weha divê torên tawankar ên ku di revandina mirovan, bazirganîya narkotîkê û karên neyasayî de cih digirin, werin hilweşandin.
  • Piştgirîkirina hewlên hikûmetê ji bo xurtkirina şarezayîyê û bêalîbûna dezgehên ewlehîyê, û misogerkirina kontrolkirina wan ji alîyê sazîyên qanûnî ve. Her weha divê mekanîzmayên zelal ji bo lêpirsîn û cezakirina endamên ku binpêkirinan dikin, werin danîn.
  • Girtina tevdîrên qanûnî û sazûmanî yên bi bandor ji bo rêgirtina li belavbûna “gotina nefretê” û handana tundûtûjîyê, çi di dezgehên ragihandinê de be çi jî di torên civakî de. Divê rêkarên perwerdehî û qanûnî werin girtin da ku pêşî li fitne û nakokîyên taîfî were girtin.
  • Avakirina komîteyeke pispor ji bo şopandina dozên kesên windabûyî û revandî yên di dema bûyeran de, da ku belgekirinê bikin û bi malbatên qurbanîyan re bikevin têkilîyê.
  • Piştgirîkirina destpêşxerîya dîyalogê di navbera pêkhateyên herêmî yên cuda de li parêzgeha Siweydayê, û destpêkirina bernameyên piştgirîya derûnî û civakî ji bo qurbanî û kesên ji tundûtûjîyê zerar dîtine.
  • Pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî yên lezgîn ji bo koçber û kesên zerardîtî, piştgirîkirina nûjenkirina mal û binesazîyên xerabûyî, û danîna bernameyên qerebukirinê ji bo qurbanîyan li gorî qanûnên niştimanî û pîwerên navdewletî.
  • Em bang li civaka navdewletî dikin ku tawanên êrîşkarîya Îsraîlê yên li dijî gel û axa Sûrîyê şermezar bikin, û biryarên navdewletî yên têkildar cî bi cî bikin da ku ev êrîş dubare nebin. Her weha divê rê li her cûre destwerdana di karûbarên Sûrîyê de were girtin.
  • Em bang li hemû alîyên derve dikin ku rêzê li serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê bigirin, û xwe ji her kiryareke leşkerî yan destwerdaneke ku dibe sedema zêdebûna alozîyan û astengkirina aramîyê, dûr bixin.
  • Cîbicîkirina van pêşnîyarên di raporê de, pêdivî bi pabendbûna sazîyên dewletê, beşdarîya çalak a civaka herêmî û rêxistinên sivîl, û piştgirîya civaka navdewletî heye; ev yek dê bibe sedema xurtkirina bawerîya di navbera welatî û dewletê de û çespandina serwerîya qanûnê.
  • Binpêkirinên ku pêk hatine kiryarên kesane bûn û ne bi rengekî sîstematîk bûn; ev yek di şahidîyên kesên ku ji bûyeran rizgar bûne de ji bo komîteyê hat piştrastkirin.
  • Şandina gumanbaran bo dadgehê di dema karê me de ne ji erkên me bû, lê ji ber hesasîyeta bûyeran em ligel Wezîrê Dadê li hev hatin ku divê lêpirsîn û cezakirin yekser be û neyê hiştin bo piştî rapora dawî. Ji bo vê yekê, 23 endamên ewlehî û artêşê yên ku destê wan di binpêkirinan de hebû hatin girtin, û niha bi rengekî eşkere li pêşberî dadgehê têne darizandin.
  • Hemû kurên Siweydayê projeya cudaxwazîyê red dikin.
Li Şamê Li Dijî Binpêkirinên “HSD”ê Mêtînga Protestoyî Pêk Hat
Yekemîn Geşta “Pegasus” a Tirkîyê bo Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê Gihişt
Kompanya Sûrî ya Petrolê Nûjenkirina Bîrekê li Zevîya El-Ezbeyê Berdewam Dike
Himsî Binpêkirinên “HSD”ê li Cezîrê Şermezar Dikin
Kompanîya Giştî ya Veguhastina Navxweyî li Helebê: Ji ber Rewşa Taybet a Niha Hemû Şîyanên Berdest Ketine Amadebaşîyê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Bûyerên SiweydayêMafên MirovanSiweyda
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026

“Texrîbeya Sûrî”.. Romana ku Bîrewerîya Welat û Mirov Vedigerîne

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?