Şam-SANA
Parêzgeha Şamê destpêkirina wergirtina daxwazên ji bo dayîna moletên demkî ji bo qesaban û xwedîyên dikanên firotina goşt ên ku dixwazin di dema Cejna Qurbanê ya pîroz de karê serjêkirina qurbanîyan bikin, ragihand. Ev yek di çarçoveya rêkxistina karên serjêkirinê li gorî şert û mercên tenduristîyê yên pejirandî û parastina paqijîya giştî ya bajêr de tê.
Parêzgehê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Çarşemê dîyar kir ku wergirtina daxwaznameyan dê heta 25ê vê mehê li avahîya Rêveberîya Karûbarên Tenduristîyê ya li devera Kefer Sûseyê berdewam bike, ku li wir destûra demkî ji bo qesabên xwedî molet li bajarê Şamê tê dayîn.
Hat eşkerekirin ku ev rênima ji ber nêzîkbûna hatina Cejna Qurbanê ya pîroz û zêdebûna karên serjêkirina qurbanîyan ku pê re tê, tên girtin; bi mebesta rêkxistina vê proseyê û misogerkirina pabendbûna bi pîvanên tenduristî û jîngehî yên pejirandî.