Heleb- SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê qedexeya derketina derve ji saet 01:30ê nîvro ve û heta demeke nedîyar li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zêdê li Helebê ragihand.
Desteya Operasyonan ji SANAyê re ragihand: “Em bang li gelê xwe yê sivîl dikin ku ji hemû baregehên rêxistina HSDê dûr bikevin.”
Desteyê wiha li ser zêde kir: “Artêş dê ji saet 1.30ê nîvro ve dest bi operasyonên armancgirtina hûrbîn û xurt dijî baregehên rêxistina HSDê li taxên Eşrefîye, Şêx Meqsûd û Benî Zêdê bike.”
Parêzgeha Helebê jî ragihandibû ku her du korîdorên mirovî yên “El-Ewarid” û “Kolana El-Zuhûr”ê hatine vekirin, ji bo dabînkirina derketina sivîlên ku dixwazin taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîye û Benî Zêdê biterikînin, ji saet 10:00ê sibehê heta saet 01:00ê nîvro, ev yek bi hevahengîya bi Artêşa Erebî ya Sûrîyê re hat pêkanîn.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê hişyarî da rêxistina HSDê ku sivîlên ku dixwazin di van korîdoran re derkevin armanc bigire, û tekez kir ku artêş dixebite ji bo dabînkirina ewlehîya sivîlên ku dixwazin ji stemkarîya HSDê ya li hundirê taxên navborî birevin.