Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Bi Hevahengîya ligel Parêzgeha Helebê.. Şandek ji UNICEF û OCHAyê Rewşa Xelkê Koçber li Devera Efrînê Dişopîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Heleb > Bi Hevahengîya ligel Parêzgeha Helebê.. Şandek ji UNICEF û OCHAyê Rewşa Xelkê Koçber li Devera Efrînê Dişopîne

Bi Hevahengîya ligel Parêzgeha Helebê.. Şandek ji UNICEF û OCHAyê Rewşa Xelkê Koçber li Devera Efrînê Dişopîne

Hat weşandin: 2026/01/09 8:36 AM
Hat nûkirin: 2026/01/09 8:36 AM

Heleb-SANA

Şandek ji Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hevahengîya Karûbarên Mirovî (OCHA) bi hevahengîya ligel parêzgeha Helebê, li hejmarek navendên hewandinê û gundên niştecîbûnê li devera Efrînê gerîyan, da ku ji nêz ve rewşa xelkê ku ji ber rewşa niha ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê hatine, bibînin.

Parêzgeha Helebê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku di vê gerê de bi hevkarîya Daîreya Karûbarên Civakî û Kar, pêdivîyên malbatên koçber hatine nirxandin, ev jî di çarçoveya hewldanên xurtkirina bersivdayîna mirovî û dabînkirina pêdivîyên bingehîn de tê.

Parêzgarê Helebê Ezzam El-Xerîb duh biryarek derbarê avakirina Komîteya Navendî ya Bersivdayîna Helebê derxist. Ev komîte bi serokatîya parêzgar û endametîya hejmarek berpirsên di Ofîsa Rêveber, fermandeyên Ewlekarîya Hundirîn û rêveberên sektorên xizmetguzarî û mirovî li parêzgehê pêk tê. Karê wê şopandina rewşa koçberan e ku ji ber bûyerên niha yên li hinek taxên Helebê rû dane, her wiha dabînkirina penageh û piştgirîya pêwîst ji bo wan, ligel hevahengîya rasterast bi alîyên hikûmî û rêxistinên navxweyî û navdewletî re, da ku yekbûna hewldanan û xurtkirina bandora bersivdayînê û kontrolkirina encamên mirovî yên van bûyeran were misogerkirin.

Komîteyê îro di kongreyeke rojnamevanî de tekez kir ku ji saetên destpêkê ve hewldanên hemû sazîyên pêwendîdar hatine hevahengkirin da ku derketineke ewle û birêkûpêk ji bo koçberên taxên zîyandîtî were dabînkirin. Hêzên Ewlekarîya Hundirîn du korîdorên mirovî yên ewle ji bo derketina sivîlan ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê vekirin (El-Ewarid û Kolana El-Zihûr) bi serpereştîya polîsên trafîkê ji bo hêsankirina tevgera wesayîtan. Di heman demê de, Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar bi rêya tîmên meydanî dest bi rê Nîșandana xelkê û dabînkirina amûrên veguhastinê kir ji bo kesên ku dixwazin herin cem xizmên xwe li hundir an derveyî bajêr, bi taybetî ber bi herêmên bakurê Helebê li Ezaz û Efrînê.

Komîteyê dîyar kir ku Rêveberîyê deh navendên penaberkirinê yên demkî li hundirê bajarê Helebê vekirine, ligel du navendan, yek li Efrînê û yek li Ezazê, bi hevahengîya alîyên hevkarîya navdewletî ji bo dabînkirina pêdivîyên pêwîst. Hejmara koçberên ku hatine pêşwazîkirin gihîştiye 142 hezar kesî, ku 13 hezar ji wan îro heta saet yekê nîvro hatine tomarkirin.

Komîteya Hilbijartinên Encumena Gel Lîsteya Nûkirina Endamên Desteya Hilbijartinê li Reqayê Derxist
Artêşa Sûrîyê Binkeya Rimêlanê Wergirt
6 Endamên HSDê li Enîya Dêr Hafirê li Rojhilatê Helebê Cuda Bûn
Xurtkirina Stasyona El-Turêfê li Gundewarê Dêrezorê
Belgeyên Biêş Piştî Dîtina Goreke Bikom a Komkujîya 2013an li Helebê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ofîsa Neteweyên YekbûyîParêzgeha HelebêXelkê koçber
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gotûbêjên Sûrî-Libnanî ji bo Çalakirina Rêyên Trrênê di navbera Her Du Welatan de

September 15, 2026

Grossi: Bi Saya Hevkarî û Zelalîya Sûrîyê Me Pêşketineke Dîrokî Bi Dest Xist

September 15, 2026

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?