Dera-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê li parêzgeha Derayê, bi hevkarî û hevahengîya ligel civaka herêmî, çend beşên Nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Besraya Şamê li gundewarê rojhilatê parêzgehê nûjen û sererast kirin.
Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Zuhêr Cume di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re got: “Karên sererastkirinê hewşa nexweşxaneyê, derîyê sereke û hin beşên wekî beşa cihê pitikan, jidayikbûn û neştergerîyan bi rêya boyaxkirinê li xwe girtin.”
Ji alîyê xwe ve, Rêvebera Îdarî ya nexweşxaneyê Menal El-Ehmed di daxuyanîyekê de dîyar kir ku ev karên sererastkirinê dê bi erênî bandorê li ser asta xizmetguzarîyên ji bo serdanker û hevalên nexweşan bikin û nexweşxane xizmeta zêdetirî 250 hezar welatîyan dike.






