Quneytira-SANA
Îro Çarşemê, karên qonaxa yekem a projeya avakirina Mizgefta Uqbe bin Nafî’ li gundê Nebi’ El-Sexer ê li gundewarê bakurê Quneytirayê dest pê kirin.
Karên navborî danîna bingehên betonî yên mizgeftê li xwe girtin, ev yek jî piştî temamkirin û pejirandina nexşeyên endazyarî yên taybet bi projeyê hat ku ji alîyê Rêveberîya Ewqafê ya Quneytirayê ve bi awayekî birêkûpêk hatibû kirin.
Di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, Serokê Beşa Karûbarên Mizgeftan li Rêveberîya Ewqafê ya Quneytirayê Bedir El-Neda dîyar kir ku projeya avakirina mizgeftê bi destpêşxerî û fînansekirina xelkê bajarok yê li hundir û derve dimînin, û li jêr çavdêrîya Rêveberîya Ewqafê ya Quneytirayê tê cîbicîkirin.





