Tertûs- SANA
Di çarêka yekem de ya vê salê, bendera Tertûsê 298 gemî pêşwazî kirin, di nav de 266 gemîyên barhilgirtinê û 32 gemîyên çaksazîyê.
Desteya Giştî ya Derîyên Sînor û Gumrikê li ser rûpela xwe ya Telegramê îro Şemîyê ragihand ku di heman demê de tevahîya operasyonên hawirdekirin û hinardekirin ji benderê gihîşt zêdetirî 2.75 mîlyon ton, di nav de 2.25 mîlyon ton madeyên hatine hawirdekirin. Wekî din, nîv mîlyon ton fosfat û 20 hezar ton madeyên curbecur jî hatin hinardekirin.
Dezgehê zelal kir ku benderê di meha borî de 100 gemî pêşwazî kirine, di nav de 94 gemîyên barhilgirtinê û 6 gemîyên çaksazîyê, û destnîşan kir ku ev yek ji çalakîyên bazirganîyê yên herî berbiçav e ku bender pê radibe. Her wiha qebareya barên hawirdekirinê gihîşte 720 hezar tonî, û hinardekirin jî 190 hezar ton bû.
Bilindbûna çalakîyên benderê serkeftina planên pêşveçûnê yên ji alîyê Desteya Giştî ya Derîyên Sînor û Gumrikê ve têne şopandin nîşan dide; ku armanca wê hêsankirina kiryarên hawirdekirin û hinardekirinê, û aktîvkirina tevgera tranzîtê ya bi rêya benderê re ye. Vê yekê karîgerîya zincîra lojîstî xurt kir û bender ji bo xetên deryavanîyê balkêştir kir.