Şam – SANA
Parêzgarê Şamê Mahir Merwan Idlibî, piştrast kir ku di hundirê parêzgehê de tu kêmbûna xazê an jî sotemenîyên din nîne. Idlibî zelal kir ku qerebalixîya heyî ji ber zêdebûna daxwaza xelkê ya ji ber tirsê ye, ne ji ber pirsgirêka di dabînkirinê de ye.
Parêzgar dîyar kir ku qebareya tê xwestin heye, xetên dabînkirinê bi awayekî asayî dixebitin û depoya stratejîk di astên ewle de ye. Her wiha tekez kir ku çavdêrîya rewşê berdewam e û her geşedanek dê bi rêya kenalên fermî were ragihandin.
Wî bang li welatîyan kir ku ji hewcedarîya xwe zêdetir depo nekin, da ku ev madde ji bo her kesî bi awayekî birêkûpêk were dabînkirin.