Laziqîye-SANA
Îro Înê mizgefta gundê El-Îdo li Cebel El-Ekrad li gundewarê Laziqîyê hat vekirin, piştî bidawîbûna karên nûkirin û amadekirina mizgeftê ya ku berê ji ber topbarana rejîma Sûrîyê hatibû rûxandin. Parêzgarê Laziqîyê, rêveberê ewqafê û rêveberê devera Hefeyê, tevî kesayetên fermî û amadebûneke gelêrî beşdarî vekirinê bûn.
Rêveberê Ewqafê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku nûjenkirina mizgeftê bi fînansekirina rêxistina mirovî “Syria Care” pêk hatiye, û hêvî kir ku ev gav bibe destpêka destpêşxerîyên wekhev ji bo nûkirina mizgeftên din ên herêmê.
Xalid Ebû Elî tekez kir ku nûkirina vê mizgeftê destpêkek e ji bo amadekirina mizgeftên herêmê û vejandina jîyanê li wir.
Şadî El-Ewîne (ji rêxistina Syria Care) bal kişand ser vekirina mizgefta “El-Îdo” di çarçoveya planeke giştî de ji bo avakirina binesazîyê li Cebel El-Ekrad, ku nûkirina mizgeft û dibistanên din jî li xwe digire.
Vekirina mizgeftê wekî beşek ji hewldanên avakirinê yên hikûmî û civakî tê hesibandin, ji bo piştgirîkirina vegera niştecîhan û destpêkirina jîyana wan a piştî koçberîyê.