Heseke-SANA
Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan dest bi nûjenkirina hejmarek sayloyan li parêzgeha Hesekê kir, di çarçoveya amadekarîyên pêşwazîkirina werza genim a sala 2026an, da ku wergirtina birên genim ên ku ji alîyê cotkaran ve têne radestkirin were misogerkirin û embara stratejîk were parastin.
Rêveberê şaxê Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdanê li parêzgehê, Ebdulhemîd Dawûd, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku plana nûjenkirinê ya niha serrastkirina hejmarek sayloyên girîng li gundewarê parêzgehê li xwe digire, bi armanca bilindkirina asta amadebaşîya wan a teknîkî û xebatê berî destpêkirina werza wergirtinê.
Dawûd destnîşan kir ku xebatên nûjenkirinê beşên mekanîkî û elektrîkî li xwe digirin, da ku karîgerî û berdewamîya kar di dema werzê de were dabînkirin, û anî ziman jî ku ev gav dê bibin sedem ku saylo bi awayekî herî baş vegerin ser kar.