Îdlib-SANA
Rêveberîya Tenduristîyê li Idlibê ji SANAyê re ragihand ku îro Sêşemê, di encama teqîna otomobîleke bi cebilxaneyê barkirî de li bajarê Binişê yê li gundewarê Idlibê, pênc kes hatin kuştin.
Ev amar piştî wê yekê hat ku Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Idlibê ji SANAyê re piştrast kiribû ku di amareke destpêkê de, du kes hatine kuştin û pênc kesên din jî di encama teqînê de birîndar bûne.



