Şam-SANA
Wezareta Hundir a Sûrîyê toreke qaçaxçîtîyê ya navdewletî ya madeyên hişbir hilweşand û ragihand: “Ji ber xema me ya ji bo parastina ewlehîya civakê û di çarçoveya stratejîya me ya berfireh de ji bo şopandina torên tawanên birêxistinkirî, Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir rêzeoperasyonên ewlehîyê yên taybet li gundewarê Şamê pêk anîn. Di encamê de xelekeke peywendîyê ya navdewletî ji bo qaçaxçîtîyê hat hilweşandin, baregehên nehênî yên hilberînê hatin eşkerekirin û navendên belavkirinê yên xwecihî hatin lêxistin.”
Wezaretê her wiha got: “Piştî operasyonên şopandin û çavdêrîya îstîxbaratî ya hûr, Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir karî toreke qaçaxçîtîyê ya navdewletî ku li devera Renkûsê ya ser sînor çalak bû hilweşîne. Her woha dest danî ser barkêşeke mezin ku nêzîkî milyonek hebên “Keptagon”ê û kîlogramek “Heşîş” tê de bûn; ev bar ji Libnanê dihat û di ser xaka Sûrîyê re ber bi welatên cîran ve diçû. Her wiha sê ji endamên herî dîyar ên torê hatin girtin.”
Wezareta Hundir berdewam kir û got: “Yekîneyên rêveberîyê karîn dest deynin ser cihên kevn ku ji bo çêkirina hebên “Keptagon”ê dihatin bikaranîn. Di wan cihan de tibabên madeyên seretayî û amûrên lojîstîk ên pêşketî hebûn. Her wiha berpirsê sereke yê van cihan, bi navê (E. E), hat girtin û li gorî rênimayên qanûnî radestî dadgeha peywendîdar hat kirin.”
Di beşeke din a wezaretê de wiha hat gotin: “Di heman demê de, yekîneyên rêveberîyê operasyoneke ewlehîyê ya hûr li bajarê Cermanayê pêk anîn û di encamê de bazirganekî madeyên hişbir girtin. Wî bazirganî xwe wekî endamekî ewlehîyê dida nasîn da ku karên xwe yên tawanbarî di belavkirin û veguhestina madeyên hişbir de hêsan bike.”
Daxuyanîya Wezareta Hundir wiha kuta bû: “Ev operasyonên meydanî encama hevahengîyeke xurt in di navbera yekîneyên cuda yên Wezareta Hundir û hêzên Parastina Sînor de ji bo lêdana bingehên torên tawanbar. Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir tekez dike ku ew dê di pêkanîna erkê xwe yê niştimanî de berdewam be ji bo şopandin û lêdana hemû çavkanîyên jehra madeyên hişbir û parastina civakê ji metirsîyên wan.”




