Şam-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî, ragihand ku herêma pîşesazî û pîşekarîyê li parêzgeha Reqayê, dê li devera “Sehlet El-Benat”, bi dûrbûna nêzîkî 4 kîlometreyan ji bajarê Reqayê bê avakirin. Ev herêm li ser rûberekî di navbera 70 û 150 hektaran de ye û navbera 2500 û 4000 cihên kar li xwe digire.
Wezîr Enceranî di nîvîsekê de li ser platforma “X”ê, îro Înê, tekez kir ku armanc ji avakirina herêmeke pîşesazî û pîşekarî li parêzgeha Reqayê, rêkxistin û geşepêdana xebata pîşesazî û pîşekarî li wê deverê û pêşxistina wê ye, ligel peydakirina xizmetên pêwîst ji bo çalakîyên hilberînê.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku herêma pîşesazî û pîşekarî beşdarîyê di livandina karê pîşesazîyê, berfirehkirina derfetên veberhênanê, û afirandina derfetên nû yên kar de dike, bi awayekî ku cîgeh û rola Reqayê di aborîya neteweyî de bi hêz bike.