Şam – SANA
Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê girtina 15 endamên ‘Berevanîya Niştimanî’ li Laziqîyê ragihand, ji ber ku destê wan di komkujîya Qeşbeyê ya sala 2013an de hebû; ew komkujî bi fermana Suheyl El-Hesen û Hîlal El-Esed hatibû kirin û tê de bi dehan sivîl hatibûn kuştin. Bi vê gavê, wezaretê girtina dosyaya dozê bi awayekî ewlehî û dadwerî ragihand.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8ê Tebaxa 2013an de, gundê Qeşbeyê li gundewarê Laziqîyê rastî êrîşeke çekdarî ya komên milîsên “Berevanîya Niştimanî” yên ser bi rejîma berê ve hatibû. Di wê êrîşê de sivîl bi hovîtî hatibûn kuştin û 33 kesan jîyana xwe ji dest dabû ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.