Komîte niha li parêzgeha Hesekê bi tîma serokatîyê re, yê ku berpirsê şopandina pêkanîna peymana 29ê Kanûna Duyem bi “HSD” re ye, û ligel çalakîyên herêmî yên parêzgehê, şêwirên kûr pêk tîne. Armanc ji van şêwiran temamkirina amadekarî û tedbîrên pêwîst e ji bo birêvebirina hilbijartinên Encumena Gel li wir.
Piştî bidawîkirina van şêwiran, dê bernameya hûrgulî ya mekanîzmaya xebata komîteyê li Hesekê bi fermî were ragihandin. Ev bername dê avakirina komîteyên herêmî, dîyarkirina desteyên dengdanê û dema hilbijartinan lixwe bigire.
Tê çaverêkirin ku piştî temambûna proseya hilbijartinan, sêyeka ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri` ve tê erkdarkirin were ragihandin. Ev erkdarkirin dê bibe alîkar ji bo misogerkirina nûnertîya dadmend a jinan, pêkhateyan û çînên civakî yên cuda, daku hevsengîya pêwîst di bin banê Encumena Gel de pêk were.
Civat dê di qonaxa yekem de giranî bide ser amadekirina rêziknameya xwe ya navxweyî û mekanîzmaya xebata xwe. Rola civatê di qonaxa bê de dê danîna yasa û qa0nûnan be.