Efrîn-SANA
Rêveberîya herêma Efrînê bang li xelkên koçber ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, yên ku gihîştine bajarê Efrînê û cihê wan ê manê nîne kir, ku serî li Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar a li bajarê Efrînê (ya ku dikeve kêleka Garaja Efrînê) bidin, ji bo birêkxistina pêşwazîya wan û dabînkirina devereke ewle ji bicîbûna Wan re.
Rêveberîyê tekez kir ku ew ê berdewam bin di pêşkêşkirina piştgirîya pêwîst ji koçberan re û rewşa wan rasterast bişopînin, da ku bighêjin cihên ewle û guncaw.