Şam – SANA
Kargêrê “Sazîya Giştî ya Ava Vexwarinê û Avrûyan”, Tahir El-Umer, tekez kir ku mersûma 46 a sala 2026an bingeheke serekî ye ji bo xurtkirina ewlehîya avê û başbûnê. Bi biryara Serok Ehmed El-Şeri’, dê saîzyeke avê li Şamê were avakirin ku xwedî serxwebûna darayî û nasnameyeke aborî be û di bin çavdêrîya Wezareta Enerjîyê de be.
El-Umer piştrast kir ku mersûm kalîteya xebitandinê bi rêya rêveberîyeke nûjen û kompanyên herêmî yên serbixwe bilind dike. Her wiha, arasteya nû xwe dispêre veguhertina dîjîtal ji bo pêşxistina stasyonan û pêkanîna nermbûna îdarî ya ku dawî li sistîya kar tîne.
Mersûm armanc dike ku zelalîyê xurt bike, li dijî gendelîyê tê bikoşe û rêveberîya darayî pêş bixe. Her wiha, giranîyê dide ser domdarîya çavkanîyan û birêkûpêkkirina bikaranînê ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê, ligel peydakirina derfetên kar ên pisporî ji bo bilindkirina kalîteya xizmetguzarîyan.