Heleb – SANA
Wezareta Parastinê ya Sûrî ragihand ku otomobîleke bombekirî li derdora taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku hatibû parkkirin û amadekirin ji bo teqandinê, hat pûçkirin.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Parastinê ji SANA re got: “Yek ji tîmên endezyarîyê yên Artêşa Erebî ya Sûrî karî otomobîleke bombekirî li derdora taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê pûç bike, ku hatibû parkkirin û ji bo teqandinê hatibû amadekirin.”