Hims-SANA
Piştî nîvroya îro Sêşemê, jinek û sê zarokên wê di encama teqîna mayîneke ji bermahîyên rejîma berê de birîndar bûn, dema ku li bajarê Sexneyê li gundewarê Himsê yê rojhilat hesinên kevin kom dikirin.
Rêveberê devera Tedmurê Sahir Sexîr di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku birîndar ji malbata El-Kemrawî ne û ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyên bajarê Himsê hatine birin.
Sexîr bal kişand ser wê yekê ku bûyerên teqînê bi awayekî berdewam dubare dibin û tekez kir ku divê mirov nêzî tiştên bîyanî nebe û destê xwe nede wan. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku berê jî rewşên wiha li herêmê qewimîne.