Heleb-SANA
Bi amadebûna Wezîr Nîdal El-Şear, Cîgirê Wezîr Basil Ebdulhenan, Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb û berpirsên pêwendîdar bi dosyayên veberhênan û geşepêdana pîşesazî, Wezareta Aborî û Pîşesazîyê îro Pêncşemê li Helebê, çar yadaştnameyên hevtêgihiştinê û protokolên hevkarîyê bi hin alîyên veberhênanê re îmze kir.
Serokê Yekîtîya Odeyên Pîşesazîyê yên Sûrîyê Dr. Mazin Dêrwan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku peymanên hatine îmzekirin yadaştnameyên hevtêgihiştinê ne ku bi deh hezaran derfetên kar li deverên pîşesazî yên nû peyda dikin û devera Şêx Necar a niha firehtir dikin.
Ji hêla xwe ve, Rêveberê Bajar û Navçeyên Pîşesazî Endezyar Mueyed El-Bena got: “Yadaştnameya yekem Wezareta Aborî û Pîşesazîyê bi kompanya ‘Growfast’ê re îmze kir û tê de biryar hat dayîn ku devereke pîşesazî ya taybet bi mobîlyayan li rojhilatê Helebê li devera Cibrînê li ser rûberê 20 hektaran ku dikare were firehkirin, bê avakirin. Yadaştnameya duyem bi kompanya ‘Asus’ê re ye ji bo avakirina devera pîşesazî ya duyem li devera Şêx Necarê.”










