Reqa-SANA
Serokê Daîreya Avahîyên Dibistanan li Rêveberîya Perwerdeya Reqayê Xalid El-Elî eşkere kir ku nêzîkî 250 dibistanan li parêzgehê ji xizmetê derketine. Di heman demê de, hejmara dibistanên ku niha çalak in gihîştiye 1050 dibistanan, lê ew hîn jî hewceyî nûjenkirinê ne.
El-Elî di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Çarşemê dîyar kir ku 10 dibistan bi temamî hatine nûjenkirin û 12 dibistanên din jî bi rengekî ne tevahî hatine nûjenkirin. Navborî bal kişand ser wê yekê ku kêşeya herî mezin herifîna binesazîya hejmarek dibistanan e, bi taybetî ku ji sedî 90ê dibistanên çalak hewceyî nûjenkirina avdestxaneyan ne.
Di çarçoveya amadekarîyên ji bo ezmûnên bawernameyan de, El-Elî anî ziman ku plana rêveberîyê amadekirina 37 navendên ezmûnan li bajarên Reqa û Tebqayê li xwe digire.