Hesekê – SANA
Tîmên teknîkî yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Parastina Sivîl a Sûrîyê ve, li Hesekê dest bi xebatên xwe kirin da ku bandora lehîya çemê Xabûrê kêm bikin, piştî ku lehîyê bi sedan malên taxên Xiwêran, Neşwa, Merîdyan û El-Leylîyê binav kirin.
Tîman serdana piran û xalên hestyar kirin ji bo nirxandina rewşa wan, da ku çareserîyên endezyarî û destwerdanên lezgîn ji bo herikîna avê û daxistina asta çem amade bikin.
Rêveberê Parastina Sivîl, Munîr Mistefa, tekez kir ku kar bi lez û bez berdewam dike da ku berîya hatina nizmefişarê û barîna pêleke nû ya baranê, rê li ber karesatan bê girtin.