Şam-SANA
Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr, duh Duşemê di civînekê de bi nûnerê Serokomarîyê yê ji bo cîbicîkirina lihevkirina 29ê Kanûna Duyem a bi “HSD”ê re, Emîd Zîyad El-Ayiş re, rewşa sektora enerjîyê li parêzgeha Hesekê û rêyên başkirina xizmetguzarîyên ku ji welatîyan re têne pêşkêşkirin di bin şert û mercên niha de gengeşe kirin.
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku civîna ku li Şamê hat sazkirin, li ser wan dijwarîyan sekinî ku rûbirûyî parêzgeha Hesekê dibin di warên elektrîk, av û berhemên petrolê de. Her wiha rewşa avdanê û pêdivîyên wê di demsala çandinîyê de hatin gotûbêjkirin.
Li gorî wezaretê, di civînê de hin pêşnîyarên pratîk ji bo çarekirina dijwarîyan hatin raberkirin, ku ya herî girîng şandina komîteyên meydanî ye ji bo şopandina rewşa xizmetguzarîyê li ser erdê û danîna çareserîyên cîbicîkar ên kêrhatî.


