Şam-SANA
Îro li navçeya Mezê ya Şamê, bi hevahengîya di navbera Wezareta Derve û Koçberan a Sûrîyê û alîyê Siûdî de, Navenda “Taşîr”ê ya Siûdî bi awayekî fermî hat vekirin.
Armanca vê navendê pêşkêşkirina xizmetên vîzeyê ji bo welatîyên Sûrî û hêsankirina rêkarên wergirtina hemû cureyên vîzeyan e.
Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Siûdî li Şamê Ebdilah El-Herîs, Balyozê Erkdarkirî ji Wezareta Derve ya Siûdî Fehid bin Salim Ebû Sineyn, Şêwirmendê Karûbarên Erebî li Wezareta Derve û Koçberan Mihemed Taha El-Ehmed û Rêveberê Rêveberîya Konsulgerîyê li wezaretê Mihemed Yaqûb El-Omer di merasîma vekirinê de amade bûn.
Armanca Navendê ew e ku daneyên biyometrîk bi rêya xizmetên dîjîtal ên pêşketî tomar bike, da ku rêkarên wergirtina vîzeyê ji bo welatîyên Sûrî hêsantir bibe û jîngeheke xizmetguzarîyê ya bileztir û hûrbîntir peyda bibe.

