Quneytira-SANA
Xizmetên peywendî û înternetê li Parêzgeha Quneytirayê êvara îro Şemîyê rawestîyan ji ber têkçûneke di kabloyê ronahîyê yê sereke de yê ku digihe parêzgehê, û tîmên teknîkî li ser çêkirina wê dixebitin.
Rêveberê beşê Kompanya Sûrîyê ya Peywendîyan li Quneytirayê Ednan El-Bekir di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku: Kabloyên ronahîyê yê sereke yê ku di navbera her du parêzgehên Gundewarê Şamê û Quneytirayê de ye, rastî têkçûneke ji nişkê ve hat û bû sedema rawestandina xizmetên peywendî û înternetê li parêzgehê.
El-Bekir tekez kir ku kadroyên teknîkî yên pispor di her du beşên peywendîyên Quneytira û Gundewarê Şamê de yekser dest bi rênimayên pêwîst kirin ji bo destnîşankirina cihê têkçûnê û çêkirina wê, bi armanca vegerandina xizmetan ji bo welatîyan di demeke herî nêzîk de.