Tertûs-SANA
Kompanya Giştî ya Çîmentoyê “Omran” destpêkirina hilberîna ceribandinê di kargeha çîmentoyê ya Tertûsê de ragihand, ku ev yek li gorî peymana veberhênanê ya ligel kompanya QZ ya Îmaratî pêk hat.
Armanca projeyê nûjenkirina aş û firinan e da ku qebareya hilberîna salane bigihîje zêdetirî milyonek ton. Ev yek dê bibe alîkar bo piştgirîya berhemdana navxweyî û kêmkirina hawirdekirinê.
Rêveberê şaxê “Omran” endezyar Besam Elî, tekez kir ku pêvajoya pêşvebirinê perwerdekirina karkeran û pabendbûna bi pîverên jîngehê yên cîhanî ji bo kêmkirina gemarkirina xwezayê li xwe digire.
Ji alîyê xwe ve, rêveberê projeyê endezyar Ehmed Selman, destnîşan kir ku niha 500 karker hatine wezîfedarkirin û armanc ew e ku piştî nûjenkirina kargehê bi hevkarîya kompanyên bîyanî yên pispor, hejmara karkeran bigihîje 1000 kesî.


