Hesekê-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Berîdê ya Sûrîyê, Îmadedîn Hemed, ragihand ku ji roja Yekşema bê de, xizmeta derxistina belgeya “Nemehkûm” li Rêvebirîya Berîda Hesekê û Nivîsgeha Berîdê ya Serê Kanîyê dest pê dike. Ev gav bi hevahengîya ligel Rêveberîya Lêpirsîna Sûcan hat avêtin, û biryar e ku ev xizmet gav bi gav li seranserî parêzgehê berfireh bibe.
Hemed eşkere kir ku armanca vê xizmetê nêzîkkirina xizmetguzarîyên hikûmî bo welatîyan û kêmkirina barê çûnûhatinê û dema rêkaran e. Her weha tekez kir ku sazîya wan hewl dide nivîsgehên berîdê veguherîne navendên tekûz ên pêşkêşkirina xizmetguzarîyên hikûmî û platformên niştimanî.
Bi vê yekê navendên berîdê ku berê tenê xizmeta veguhestina nameyan pêşkêş dikir, îro rola wan berfireh bûye ku dayîna mûçeyan, xizmetguzarîyên darayî û yên elektronîk yên rojane li xwe digirin.