Reqa – SANA
Encumena Bajarê Reqayê îro Şemîyê, giştînameyek weşand ku tê de daxwaza girtina dukanên pîşeyî di saet heştê êvarî de dike, ligel girtina wan di roja Înê de.
Encumenê bi rêya “SANA”yê giştînameyek derxist ku biryara girtina dukanên pîşeyî û hunerî dide, û hişyarî da binpêkeran ku ew ê rûbirûyî lêpirsîna yasayî û mohrkirinê bibin. Di heman demê de, biryarê sazîyên xizmetguzarî mîna dukanên firoştina xurekî, dermanxane, xwaringeh, nivîsgehên geştê û dukanên şîranîyê jê derxistin.
Li gorî tiştê ku Encumenê dîyar kiriye, ev biryar di çarçoveya birêxistinkirina karê pîşeyî û hunerî li bazarên bajêr de tê.

