Gundewarê Şamê – SANA
Piştî ku îro Şemîyê bombeyeke vedayî di hundirê otobuseke wan a veguhestinê de li ser rêya Me’rûne – El-Til a li Gundewarê Şamê teqîya, hejmarek endamên Hêzên Ewlehîya Navxweyî birîndar bû.
Jêdereke ewlehî ji nûçegihanê SANAyê re ragihand ku alîyên pêwendîdar hûrgulîyên bûyerê dişopînin, di heman demê de lêkolînên hûr ji bo eşkerekirina kiryarên vê çalakîya terorîstî û radestkirina wan ji dadgehê re, bi berdewamî tên meşandin.