Idlib – SANA
Sazîya Giştî ya Herêmên Azad a ser bi Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ve, duh Pêncşemê li avahîya parêzgeha Idlibê, memorandûmeke hevtêgihiştinê ligel kompanya BOMACO ya Tirkî ji bo avakirin û xebitandina herêma azad li Idlibê bi pergala veberhênanê ya (BOT) îmze kir.
Îmzekirin bi amadebûna parêzgarê Idlibê Mihemed Ebdulrehman, alîkarê walîyê Hatayê Alp Eren Yılmaz, rêveberê sazîyê Ehmed El-Damin û li ser navê alîyê Tirkî Serhan Balaban pêk hat; ev yek wek berdewamîya civîna Nîsana borî ya di navbera Quteybe Bedewî û kompanya BOMACO de hat.
Proje hewl dide herêmeke azad û bendereke hişk ava bike ji bo çalakkirina aborîyê, kişandina veberhênanan û xurtkirina bazirganîya Sûrî-Tirkî bi pergala (BOT), ku xwe dispêre avakirin, fînansekirin û xebitandina projeyê ji hêla kompanya taybet ve ji bo demeke dîyarkirî berî ku milkdarîya wê ji bo dewletê were veguhestin.


