Di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê û bilindkirina asta binesazîyê, rêveberîya herêma Efrînê projeya ronîkirina taxa Eşrefîyê da destpêkirin. Ev proje di çarçoveya kampanya “Ronîkirina Efrînê” û bi piştgirîya kampanya “Heleb Dayika Hemûyan e” tê birêvebirin.
Tîmên teknîkî dest bi karên xwe yên meydanî kirin û “Kolana Serfîsê” bi tevahî ronî kirin. Ev wek gaveke yekem e ku armanca wê bihêzkirina ewlehîya giştî û hêsankirina tevgera şênîyan di saetên şevê de ye.
Kar bi lezeke mezin berdewam dikin da ku ronîkirina hemû kolanên navtaxê bi dawî bibe, her wiha ev kampanya dê bi awayekî gav bi gav hemû taxên bajêr li xwe bigire. Ev destpêşxerî pabendbûna rêveberîya herêmî ji bo pêşxistina xizmetguzarîyên bingehîn û baştirkirina kalîteya jîyana rojane ya niştecihên herêmê nîşan dide.
