Dêrezor-SANA
Wezîrê Tenduristîyê Museb El-Elî û Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş îro Şemîyê serdaneke meydanî bo hejmarek nexweşxaneyên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk anîn. Ev serdan wekî berdewamîya gera wan li navçeya rojhilat tê, piştî bilindbûna asta ava çemê Firatê.
El-Elî di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re tekez kir ku armanca serdanê agahdarbûna ji rewşa pêşkêşkirina xizmetên tenduristîyê ye, her wiha xurtkirina amadebaşîya nexweşxaneyan û dabînkirina kil û kêmasîyên pêwîst li gorî derfetên heyî, da ku berdewamîya pêşkêşkirina xizmetên tenduristîyê ji bo xelkên herêmê were misogerkirin.
Ji hêla xwe ve, El-Ayiş da zanîn ku vê gerê deverên Şamîye û Cezîre li xwe girtiye, di bin ronahîya şert û mercên ku ji ber lehîyê derketine holê û rewşa pirên derbasbûnê. Her wiha amaje bi girîngîya agahdarbûna rasterast li ser rewşa sektora tenduristîyê û pêdivîyên welatîyan kir.