Şam – SANA
Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li Tilkelexê (gundewarê Himsê) kesê bi navê Silêman Deyûb ê bi nasnavê “El-Fera” girt. Ev kes berê bi pileya muqedem balafirvan bû di hêza asmanî ya ser bi “rejîma berê” ve.
Wezareta Navxweyî (îro roja Sêşemê bi rêya Telegramê) ragihand ku tawanbar li ser bingeha agahîyên “beşê zanyarîyan” hatiye girtin. Lêkolînan derxist holê ku wî di serdema rejîma berê de, ligel Şuca’ El-Elî, serkêşîya mîlîsên ser bi “Îstîxbarata Asmanî” dikir.
Wezaretê zelal kir ku kesê girtî radestî dadgeha pispor hatiye kirin da ku rêkarên qanûnî yên pêwîst li dijî wî werin girtin.