Şam-SANA
Wezareta Hundir a Sûrîyê bang li endamên berê yên ku ji rejîma têkçûyî veqetîyabûn û nikarîbûn xwe berê tomar bikin kir, ku bi lez xwe tomar bikin da ku rewşa wan a kar were sererastkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Şemîyê ragihand: “Wezareta Hundir bang li hemû endamên xwe yên berê, ji pileyên efser û takeksên ku ji rejîma berê ve qetîyabûn û nikarîbûn berê xwe tomar bikin dike, ku bi rêya lînka fermî dest bi tomarkirinê bikin.”
Lînka tomarkirinê:
https://ee.moi-sy.com/x/HXxT68yh
Wezaretê destnîşan kir ku ev tomarkirin “ji bo temamkirina karûbarên tevlîbûna xizmetê li parêzgehên Reqa, Heseke û Dêrezorê ye,” û tekez kir ku tomarkirin “neçarî ye bi armanca sererastkirina rewşa kar e.”
Berî niha wezaretê di 7ê Mijdara borî de lînkek ji bo tomarkirinê bi rêya formeke elektronîk ji bo efserên veqetîyayî yên ku li derveyî welêt in ragihandibû, da ku amadekarî ji bo rêkarên têkilîyê û çareserkirina rewşa wan di çarçoveyên fermî de were kirin.