Şam – SANA
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan de Mazin Elûş tekez kir ku Dergehê sînorî yê Sêmalkayê yê bi Herêma Kurdistana Iraqê re, ji îro ve di nav sîstema xebata desteyê de hat bi cih kirin. Ev gav di çarçoveya temamkirina yekkirina rêkarên karkirin û îdarî de li hemû dergehên sînorî yên Sûrîyê tê, bi awayekî ku xurtkirina çavdêrîyê û bidestxistina astên herî bilind ên kalîteya kar misoger bike.
Elûş di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopîyeke wê bi dest xistiye dîyar kir ku dest bi xebatandina her du bernameyên gumrikê û derbasbûna rêwîyan a yekgirtî ku li hemû dergehan têne pejirandin, hatiye kirin. Ev yek beşdarîyê di yekkirina dane û rêkaran û hêsankirina tevgera derbasbûnê de dike, her wiha asta hevahengîyê di navbera alîyên cihêreng ên karker de bilind dike, ku ev jî bi awayekî erênî bandorê li ser herikîna kar û kalîteya xizmetên têne pêşkêşkirin dike.
Elûş bal kişand ser wê yekê ku ji ber lehîya çemê Dîcleyê û derketina pira avê a ku sînorê Sûrîyê û sînorê herêmê bi hev ve girê dide ji xizmetê, niha dergeha Siwêdîye – El-Welîd wekî alternatîfeke demkî ji bo birêvebirina tevgera derbasbûnê tê bikaranîn, heta ku rewşa teknîkî were çareserkirin û amadebaşîya tam vegere dergeha Sêmalkayê. Elûş tekez kir ku hemû rêkarên pêwîst hatine girtin ji bo misogerkirina berdewamîya kar bêyî qutbûn.
Elûş dîyar kir ku saetên kar ji bo rêwîyan ji saet 08:30ê sibehê heta saet 03:00ê piştî nîvro hatiye dîyarkirin, di heman demê de karê gumrikê heta saet 07:00ê êvarê berdewam dike, ev yek li gorî rastîya karkirinê ya niha ye û pêşkêşkirina xizmetên herî baş misoger dike.
Elûş got: “Kadroyên desteyê ji roja yekem ve dest bi pêşkêşkirina hêsankarîyên pêwîst ji bo rêwî, bazirgan û karsazên gumrikê kirine, ligel bilindkirina asta amadebaşîya karkirinê û zêdekirina kadroyên teknîkî û îdarî, bi awayekî ku herikîna tevgerê û leza bi dawîkirina karûbaran misoger bike. Ev yek di çarçoveya xwesteka desteyê de tê ji bo pêşkêşkirina xizmetên piralî ku pîşeyîbûn û pabendîya sazûmanî nîşan dide.”
Hêjayî gotinê ye ku şandeke ji Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan di çarê meha Adara borî de, serdana dergehê sînorî yê Sêmalkayê li parêzgeha Hesekê kiribû, ligel tîmeke teknîkî ya pispor. Ev serdan di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina ligel HSDê de pêk hat, bi rêya pêkanîna nirxandineke giştî ji bo mekanîzmeya karê dergehê, asta performansa wê ya teknîkî û îdarî, û xwendina rêkarên lê hatine pejirandin, li gorî çarçoveyên yasayî û îdarî yên ku karê dergehên sînorî li Sûrîyê birêkûpêk dikin.