Idlib – SANA
Parêzgeha Idlibê ragihand ku çalakîyên Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê, ji ber rewşa diltezîn a ku parêzgeh tê re derbas dibe ji encama teqîna embareke çekan, dê bên paşxistin.
Parêzgeha Idlibê duh Çarşemê li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku ji bo piştgirî û hevxemîya ligel malbatên şehîd û birîndarên bûyera teqîna embareke demkî ya ku ji bo komkirina çekan û bermayîyên şer li ser rêya sereke ya Sermedayê li gundewarê bakurê Idlibê hatibû terxankirin, biryar hat standin ku vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Idlibê bo roja Şemîya bê saet şeşê êvarê were paşxistin.
Hejmara qurbanîyên teqîna ku duh çarşemê li wê embarê çêbû, gihîșt 14 şehîdên ji Wezareta Berevanîyê û birîndarbûna zêdetirî 10 kesên din, di nav de sivîl jî hene.