Hesekê-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed re civîya, bi amadebûna nûnerê serokatîyê Emîd Ziyad El-Ayiş, ji bo şopandina cîbicîkirina bendên rêkeftina 29ê Kanûna Duyem ya bi HSDê re.
Berdevkê komîteyê Newar Necme dîyar kir ku atmosfer pir erênî bû, û li ser wê yekê li hev kirin ku di rojên pêş de dest bi avakirina komîteyên herêmî bikin, yên ku dê endamên desteyên hilbijêr dîyar bikin.
Komîteya Bilind hêvîya xwe anî ziman ku serkeftina proseya hilbijartinê bibe xwedî roleke girîng di serxistina proseya tevlêbûna sîyasî û civakî de li parêzgeha Hesekê.