Hims-SANA
Wezareta Hundir ragihand ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî, karîn şaneyeke terorîst li parêzgeha Himsê hilweşînin û planeke têkder ku dixwestin ji bo têkdana ewlehî û aramîya herêmê pêk bînin, pûç bikin.
Wezaretê dîyar kir ku: “Ev operasyona taybet encama hewldanên hûr û kûr ên îstixbaratî bû, ku yekîneyên taybetmend operasyoneke serdegirtinê ya serkeftî li ser cihê xweveşartina endamên şaneyê pêk anîn. Di encamê de, du endamên şaneyê hatin bêbandorkirin û cih bi temamî hat kontrolkirin.”
Wezaretê her wiha anî ziman ku hêzên ewlekarîyê di dema operasyonê de dest danîn ser cebilxaneyeke çekan û amûrên din ên ku ji bo pêkanîna kiryarên sûcdar hatibûn amadekirin.








