Heseke-SANA
Kompanya Giştî ya Ava Vexwarin û Kanalîzasyonê li parêzgeha Hesekê, karên sererastkirin û pişkinîna teknîkî ya giştî ji bo stasyona ava Elokê ku li gundewarê Serê Kanîyê (bakurê Hesekê) ye, berdewam dike. Ev yek di çarçoveya planeke giştî de tê ji bo nûjenkirina stasyonê û bilindkirina karîgerîya wê ya xebitandinê.
Rêveberê stasyonê Endazyar Omer El-Salim ji SANAyê re dîyar kir ku armanca van xebatan ew e ku stasyon bi lez vegere ser kar û xizmeta avê ji bo welatîyan baştir bibe. Her wiha wî bal kişand ser hevahengîya bi kompanya elektrîkê re ji bo dabînkirina elektrîkê ji stasyoneke gerok li Dirbêsîyê.
El-Salim tekez kir ku alîyên hikûmetê girîngîyeke mezin didin qedandina van xebatan û xebitandina stasyonê, da ku kêşeya avê li parêzgehê were çareserkirin û êşa welatîyan bi dawî bibe.

