Hims-SANA
Şaxê Têkoşîna Li dijî Bazirganîya bi Mirovan li parêzgeha Himsê, duh Pêncşemê ragihand ku serkêşê toreke tawankar û hejmarek ji alîkarên wî ku destê wan di tawanên bazirganîya bi mirovan, fêlbazî û şantajê de hebûye, hatine girtin. Ev yek piştî wergirtina agahîyekê derbarê rûbirûbûna jinekê li gef û neçarkirinê ji bo beşdarîya di operasyonên fêlbazîyê yên sînorbir de pêk hat.
Mihemed Ehmed Derwîş ji Şaxê Têkoşîna Li dijî Bazirganîya bi Mirovan li Himsê, di daxuyanîyeke vîdyoyî de ku li ser kanala Telegramê ya Hêzên Ewlehîya Hundirîn a girêdayî Wezareta Navxwe hat weşandin, got: Şaxê agahîyek ji jinekê wergirt ku tê de dîyar dibû ku ew ji alîyê komek kesan ve rastî gef û şantajê hatiye da ku wê neçar bikin ku beşdarî operasyonên fêlbazîyê yên sînorbir bibe; piştre şaxê dest bi operasyonên lêkolîn û berhevkirina belgeyan kir, heta ku derket holê ku toreke tawankar a tekûz heye ku tawana bazirganîya bi mirovan pêk tîne.
Derwîş dîyar kir ku piştî hevahengîya pêşwext ligel Dozgerîya Giştî ya parêzgehê û li gorî rênimayên fermandarê ewlehîya parêzgehê, dewrîyeyên şaxê berê xwe dan cihê bûyerê û serkêşê torê û hejmarek ji alîkarên wî girtin.