Şam – SANA
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Dêrezorê, Eqîd Dirar El-Şemlan, ragihand ku yekîneyên wan li bajarê Meyadînê operasyoneke ewlehîyê ya serkeftî pêk anîne. Di encama vê operasyonê de, endamekî şaneyên rêxistina DAIŞê ya terorîst bi navê Mehmûd Îd El-Elî hat girtin.
Li gorî daxuyanîya Fermandarîyê, ev kes bi beşdarbûna di êrîşeke terorîstî ya li ser endamekî Firqeya 86an a Wezareta Parastinê tê tawanbarkirin, ku di encama wê êrîşê de leşkerek hatibû şehîdkirin.
Eqîd El-Şemlan destnîşan kir ku ev operasyon piştî komkirina agahîyên hûr û belgeyên piştrastkirî hat encamdan. Di lêpirsînên destpêkê de, kesê girtî li xwe mikur hat ku ew endamê rêxistina DAIŞê ye û destê wî di pêkanîna vê tawana terorîstî de heye.


