Şam-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Hind Qebewat eşkere kir ku 200 zarokên (kur û keç) girtî û wendahîyên bi darê zorê gihîştine cem malbatên xwe. Ev zarok di salên borî de ji alîyê rejîma berê ve di sazîyên lênêrînê yên ser bi wezaretê ve hatibûn bicihkirin.
Qebewat di daxuyanîyekê de îro Yekşemê dîyar kir ku ji vê hejmarê 110 zarok di Komeleya Gundên Zarokan SOSê de bûn û 90 zarokên din jî di sazîyên lênêrînê yên din de bûn.
Ev pêngav di çarçoveya karê komîteya eşkerekirina çarenivîsa zarokên girtî û wendahîyên bi darê zorê de tê, ku heta vêga 314 zarokên girtîyan hejmartine, û niha 612 dozên zarokên ku li gorî qanûnên Sûrîyê li cem malbatên din hatine bicihkirin dişopîne.