Heseke-SANA
Berdevkê Tîma Serokatîyê ya ku berpirsa şopandina cîbicîkirina peymana 29ê Çileyê Paşîn bi HSDê re ye, Ehmed El-Hîlalî, eşkere kir ku karwaneke nû ya vegerê, ku 800 malbatên herêma Efrînê yên koçber li parêzgeha Hesekê li xwe digre, îro danê sibehê ber bi gund û bajarokên wan ve bi rê ket. Ev gav di çarçoveya hewldanên berdewam ên tîma serokatîyê ji bo çareserkirina dosyaya koçberî û vegerê tê.
El-Hîlalî di daxuyanîyên ku Rêveberîya Ragihandina Hesekê veguhestine de dîyar kir ku ev operasyona vegerê ya herî mezin û birêxistinkirî ye heta niha, û ev yek pêşketineke berbiçav di amadekirina mercên meydanî û xizmetguzarîyê de ji bo vegera xelkê bo deverên wan nîşan dide.
Hîlalî da zanîn ku ev gav berdewamîya rêça xebata meydanî ya tîma serokatîyê ye; tîmê berî du rojan civîneke berfireh bi koçberên Hesekê re li bajarê Serê Kanîyê li dar xistibû, û tê de rasterast guhdarîya daxwazên wan hatibû kirin.
Her wiha eşkere kir ku tîma serokatîyê di civînê de tekez kirîye ku çareserkirina van metirsî û daxwazan pêşgavîyek e, û xebat bi hevahengîya alîyên peywendîdar berdewam e ji bo dabînkirina jîngeheke ewle û aram ku vegera gav bi gav û birûmet a xelkê pêkan bike.