Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Pêncşemê derbasî gundê El-Helebî li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ji 10 alavên leşkerî pêk dihat derbasî gundê El-Helebî bû, û xaleke kontrolê li gund danî û dest bi lêgerîna rêwîyan kir.
Her weha hêzên dagîrker duh Çarşemê êvarî derbasî gundê El-Esbeh li gundewarê başûr bûbûn.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan û têkbirina zevîyan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.