Şam – SANA
Rêveberîya Giştî ya Bazirganîya Navxwe û Parastina Bikarhêner ragihand ku destûr hatiye dayîn ji bo xwedîyên firneyên giştî û taybet li parêzgeha Siwêdayê ku ardê piştgirîkirî rasterast bikişînin. Ev biryar piştî ku rêveberê firneyên Siwêdayê bersiva daxwaza anîna ard ji bo xelkê parêzgehê neda, hat.
Rêveberîyê roja yekşemê ragihand ku xwedîyên firneyan dikarin ardê piştgirîkirî rasterast bixwazin bêyî ku di ser şaxê firneyên Siwêdayê re derbas bibin, bi şertê ku nirxê wî bi awayekî fermî bidin. Rêveberîyê tekez kir ku ev gav armanc dike ku aramîya peydakirina nan misoger bike û berpirsyarîya civakî xurt bike.