Hims – SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê gehiştina yekemîn tankerên nefta xam ji zevîyên Rimêlanê li Hesekê bo Himsê ragihand. Ev yek di çarçoveya rêkeftinekê de ligel “HSD”ê tê ku armanca wê veguhestina neftê ye ji bo piştgirîkirina operasyonên parzûnkirinê û dabînkirina pêdivîyên bazara navxweyî.
Parêzgeha Hesekê bi her du zevîyên Rimêlan û Siwêdîyê ve navendeke sereke ya berhemanîna neftê ye li Sûrîyê. Alîyên pêwendîdar hewl didin van zevîyan ji nû ve amade bikin û berhemanîna wan zêde bikin, wek bicîkirina rêkeftina di navbera hikûmetê û “HSD”ê de ji bo piştgirîkirina sektora enerjîyê û bazara navxweyî.