Hema-SANA
Bi hevkarîya şaxê Têkoşîna Dijî Terorê li parêzgeha Hemayê, Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li devera El-Xab, sê kes girtin. Ev her sê kes, beşdarî avakirina komeke çekdar a girêdayî şûnmayên rejîma berê bûbûn.
Wezareta Navxwe li ser kanala xwe ya Telegramê li ser zimanê fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Hemayê, Emîd Mulhem El-Şentût ragihand: “Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li devera El-Xab, bi hevkarîya şaxê Têkoşîna Dijî Terorê li parêzgeha Hemayê, operasyoneke ewlekarîyê ya tekûz û serkeftî encam da.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku yekîneyên Rêveberîya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, bi hevahengîya ligel Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li bajarê Hemayê, di 6ê vê mehê de hewldaneke belavkirina madeyên hişbir pûç kiribûn û tibabên pir mezin ên madeyên hişbir desteser kiribûn.








