Quneytira-SANA
Îro Şemîyê hêzên Îsraîla dagîrker derbasî Mezret Ebû Mizra û gundê El-Eşe li gundewarê Quneytirayê yê başûr bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke Îsraîla dagîrker ya ku ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, piştî nîvê şeva borî derbasî Mezret Ebû Mizra li rojavayê gundê Seyda El-Colan li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû, ku bi ser xanîyekî de girt û welatîyek girt û ew ber bi erdê dagîrkirî ve bir, bêyî ku sedemên girtinê bên zanîn.
Her weha hêzeke din, ku ji çar wesayîtên leşkerî pêk dihat, îro sibehê derbasî gundê El-Eşe li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû û çend xanîyên gund teftîş kirin, berî ku ji deverê derkeve.