Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê Omer El-Huserî tekez kir ku wergirtina Balafirgeha Qamişloyê li parêzgeha Hesekê, pêngaveke serwerîparêz û geşepêdanê ya girîng e, ku herêma Cizîrê dîsa bi sîstema niştimanî ya balafirvanîyê ve girê dide. Her wiha destnîşan kir ku wergirtina balafirgehê birêvebirina esman û balafirgehan di çarçoveyeke sazûmanî ya hevgirtî de kom dike.
El-Huserî di daxuyanîyekê de îro yekşemê dîyar kir ku Alîkarê Serokê Desteyê Emced Nexal û Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Hesekê Emîd Merwan El-Elî gihîştin Balafirgeha Qamişloyê, ji bo destpêkirina rêkarên wergirtin û karkirina wê, wekî temamkirina xalên rêkeftina ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de hatibû îmzekirin.